Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Salih Mislim peyameke sersaxiyê da malbata wî kir û sersaxî ji wan re xwest.
Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha nivîsî:
"Ji ber koça dawî ya xwedêjêrazî Salih Mislim, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re dixwazim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wî bi bihuşta fireh şad bike."
Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê
Salih Mislim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.
Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.
Derbarê merasîma şînê û veşartina termê Salih Mislim de jî, îro demjimêr 08:00ê sibehê termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin û dê li bajarê Kobaniyê were binaxkirin.
Salih Mislim kî bû?
Salih Mislim Mihemed, Adara 1951ê li gundê Şêranê yê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Kobaniyê xwendiye.
