Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani bi telefonê axivîn.
Di pêwendiyê de bipêşketinên dawî yên li herêmê û bandor û encamên şer ên li ser ewlehî û aramiya herêmê û cîhanê hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî "bi tundî ew êrişa şeva borî ya li baregeha leşkerî ya Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kiriye."
"Divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bîne"
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye:
"Divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya di warê parastina nûneratiyên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan de bi cih bîne.
Divê rê nede ku êdî komên ji qanûnê derketî asayîş û berjewendiyên welêt bixin metirsiyê."
