Hewlêr (Rûdaw) - Îro 123 sal di ser jidayîkbûna general û rêberê mezin ê Kurd Mele Mistefa Barzanî yê nemir re derbas dibin.
Wî jiyanake pir bi têkoşîn borand û di dirêjahiya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê Kurd xist.
Jiyana Mele Mistefa Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkeftin û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye.
Mele Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê Pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.
Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903yan li gundê Barzanê ji dayîk bûye.
Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de mezin dibe.
Ew di 3 saliya xwe de li gel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de dimîne.
Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya Kurdan.
Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê Kurd re serokatiyê dike.
Mele Mistefa Barzanî sala 1943yan dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Îraqê kiriye û birêvebiriya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê kiriye.
Di 16 saliya xwe de beşdarî Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî bû
Barzaniyê Nemir sala 1919an beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî dibe û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî.
Sala 1920an Şêx Ehmed Barzanî, Mele Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bo ku hevahengiyeke di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.
Mele Mistefa Barzanî di salên 1931-32yan de, li devera Barzanê û li gundên Mêrgesor û Şêrwanê fermandariya Pêşmergeyên ku şerê Brîtanyayê dikirin, bûye.
Jîrbûna Mele Mistefa Barzanî di warê leşkerî û şerkeriyê de li wir eşkere dibe.
Sala 1932yan dema hikûmeta wê demê ya Îraqê bi alîkariya Brîtanyayê êrişî hêzên Kurdan dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mele Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurdan dike.
Hikûmeta Îraqê salekê piştî wî şerî efûyê ji hêzên Pêşmergeyan û malbata Barzanî re derdixe ji ber wê jî ji sala 1936an heta 1943yan çalakiyên leşkerî ji aliyê Pêşmergeyan ve tê sekinandin.
Sala 1943yan dîsa xebata Pêşmergetiyê û tevgera Kurdan ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve dest pê dike.
Serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê
Mele Mistefa Barzanî sala 1943yan diçe Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhilata Kurdistanê bajarê Mehabadê dibe.
Mele Mistefa Barzanî li Rojhilata Kurdistanê bi serokeşîrên Kurd re dan û standinan dike û ev serdana wî hemû Kurdan kêfxweş dike.
Mele Mistefa Barzanî Tîrmeha 1945an vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re dan û standin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê Pêşmergetiyê bimeşînin.
Heman salê Mele Mistafe Barzanî û Pêşmergeyên wî vedigerin Rojhilata Kurdistanê tevlî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê dibin.
