Hewlêr (Rûdaw) - Di bombebaraneke li ser bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê de dayîkek û zaroka wê ya du salî mirin.
Welatiyekî ji bajarê Kirmaşanê îro ji Rûdawê re ragihand:
"Doh (şemî) li nav bajarê Kirmaşanê êrişî hinek hedefan hat kirin û di encamê de dayîkek û zaroka wê hatin kuştin.
Mala wê jinê nêzîkî cihekî bû ku hatibû armanckirin. Ji ber vê jî xaniyê wan hilweşiya û ew û zaroka xwe di bin kavilan de man."
Li gorî gotina wî welatiyî, navê dayîkê Faîze Reyhanî û navê zaroka wê jî Ebra Jirfî ye.
Êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê
