Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya bi minasebeta salvegera komkujiya Helebceyê de got, “Tevî wê tawana hovane hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne.”
Serok Mesûd Barzanî îro minasebeta salavegera 38an a kîmyabarana li Helebceyê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
"Zilmeke gelekî mezin bû"
Serok Barzanî tawana kîmyabarankirina Helebceyê wekî "zilmeke gelekî mezin" a li dijî xelkê Kurdistanê bi nav kir û got:
"Li ti derên cîhanê nebûye ku dewletek bi çeka kîmyayî komkujiyê li welatiyên xwe bike.”
Serok Barzanî her wiha got, "Lê li Îraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin."
Serok Barzanî di heman demê de tekez kir ku berpirsyariyeke dîrokî û yasayî li ser milê Îraqê ye.
