Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan tevlî fitara rêxistina partiya xwe ya Amedê bû.
Babacan di axaftina xwe de şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn.
Serokê Giştî yê DEVAyê da zanîn ku ew piştgiriyê didin "pêvajoya aştiyê" û got, "Piştî ku pêvajoya aştiyê gihîşt armanca xwe, divê dor were ser pêvajoya çareseriyê."
Alî Babacan di bernameyê de li ser Pirsgirêka Kurdan, krîza aborî û şerê Îran-Amerîka-Îsraîlê axivî.
“Em ê êşên Helebceyê ji bîr nekin”
Babacan bi bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê dest bi axaftina xwe kir û got:
"Îro 16ê Adarê ye... Beriya niha bi tam 38 salan li Helebceyê komkujiyek çêbû.
Ez wan kesên ku di wê komkujiyê de mirine bi rehmet bi bîr tînim. Em dê van êşan her tim di bîra xwe de bigirin da ku ew kesên dixwazin sûcên li dijî mirovahiyê bikin di wijdanê civakê de werin mehkûmkirin."
Babacan her wiha hêvî kir ku Cejna Newrozê ya şemiyê bibe wesîleya yekîtî û aştiyê.
“Îhtimal ji sedî 5 be jî em piştgiriyê didin aştiyê”
Alî Babacan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û got:
"Me gotibû eger îhtimala serkeftinê ji sedî 5 be jî em dê piştgiriyê bidin vê îhtimalê.
Piştî ku pêvajoya aştiyê gihîşt armanca xwe, divê dor were ser pêvajoya çareseriyê.
Divê xebatên derbarê mafên demokratîk de bêyî derengketinê dest pê bikin.
Aşitiya mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi edalet, dewleta hiqûqê û parastina mafên bingehîn pêkan e."
