Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrişî 2 baregehên wan hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 3 Pêşmerge birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, beriya niha jî çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rûbirûyî bombebaranan bûne.
Wezaretê diyar kir ku wan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kiriy.
Bangî Bexdayê kirin
Wezareta Pêşmergeyan bi tundî ew êriş şermezar kirin.
Wezaretê bangî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê kir û got, "Bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyne."
Wezaretê her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê gavên bilez werin avêtin.
Wezaret dixwaze rê li ber wan komên ji yasayê derketî bê girtin da ku wan kiryaran ducare nekin, ji ber ku ew dibin gef ji bo ser ewlehiya navçeyê.
