Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin.
Nûnerê navçeya Xurmatûyê yê meclisa Parêzgeha Selahedînê Yasîn Mihemed Elî Dawûdî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Yasîn Dawûdî got, "Lîwaya 52yan a Heşdî Tirkmenan li gundê Beraw Çeliyê yê navçeya Xurmatûyê hat bombebarankirin."
Yasîn Dawûdî amaje bi wê yekê jî kir ku bombebaran li baregeha leşkerî ya "Şuheda"yê ya li gundê Beraw Çelî (başûrrojavayê Xurmatûyê) hatiye kirin.
Tê pêşbînîkirin ku ew der cihê depokirina çek û cebilxaneya wê hêzê be.
Li gorî gotina wî endamê Meclisa Parêzgeha Selahedînê, di nava çend rojên borî de ev cara duyem e ku li wê navçeyê êrişî baregehên wê hêza Heşdî Şebiyê tê kirin.
Li Nînowa û Selahedînê zincîreyek êriş
Li parêzgehên Nînowa (Mûsil) û Selahadînê vê sibehê jî hinek baregeh û xalên leşkerî yên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin.
Di bombebaranê de çend çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Heşdî Şebiyê ragihand ku îro sibehê li çend herêman êrişî hêzên wan hatiye kirin.
Êrişa li Deşta Nînowayê
Li gorî zanyariyan, li Deşta Nînowayê Yekîneya Çaran a girêdayî Lîwaya 30î ya Heşdî Şebiyê hatiye bombebarankirin.
