Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbahî li Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî hêviya serfirazî û bextewariyê ji bo xelkê Kurdistanê xwest û got, "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û nimêjên hemû Misilmanan qebûl kiribin."
