Hewlêr (Rûdaw) - Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê.
Biryargehê ragihand, her êrişa li ser jêrxana enerjiyê ya welatê wan, dê bersiveke "dijwar" hebe û dê saziyên wan ên stratejîk ên li herêmê werin armanckirin.
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî, bersiva hişyariya Serokê Amerîkayê da.
Zulfiqarî ragihand, "eger dijmin êrişî jêrxana sotemenî û enerjiyê ya Îranê bike”, ew dê hemû jêrxanên enerjiyê, teknolojiya zanyariyan (IT) û santralên parzûnkirina avê yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê bikin armanc.
Trump 48 demjimêr wext dabû Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund dabû Îranê ku divê di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmizê veke.
Trump hişyarî dabû, eger na Amerîka dê êrişî kêlgeh û santralên karebayê yên Îranê bike û wan ji nav bibe.
Trump li ser tora medyaya civakî ya Truth Socialê parvekirinek kiribû û gotibû:
"Eger Îran bi temamî û bêyî metirsiyê ji niha ve heta 48 demjimêrên din Tengava Hurmizê veneke, Amerîka dê êrişî santralên cuda yên karebayê yên Îranê bike û wan ji holê rake."
