Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê, hejmara Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê li parêzgehên Helebce û Silêmaniyê hat zêdekirin.
Çavkaniyeke Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo parastina sînoran, wan hejmara hêzên xwe yên li wan her du parêzgehan zêde kiriye.
Sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê yê bi Îranê re 1,458 kîlometre ye û zêdetirî 300 kîlometre li sînorê Silêmanî û Helebceyê ye.
Berpirsê ewlehiyê yê ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku ji ber zehmetiya cografyaya sînorê wan her du parêzgehanê bi Rojhilatê Kurdistanê re, pêdiviya herêmê bi hêzeke zêde ya sînor heye.
