Hewlêr (Rûdaw) - Îro du dronên li ser asmanê navenda bajarê Hewlêrê ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin xistin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, di nava rojê de bi giştî 10 dron hatine avêtin û hedefa sereke ya êrişan Hewlêr bûye.
Li asmanê Hewlêrê liv û tevgereke zêde
Vê êvarê derdora saet 20:00î, du dron li ser asmanê navenda bajêr hatin dîtin û ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin xistin.
Parçeyên dronan li ser taxên niştecihbûnê ketin û di nav xelkê de tirs û xof çêbû.
Droneke din ku di saetên serê sibehê de hatibû xistin, li ser malekê li Hewlêrê ket û bû sedema derketina şewatê.
Êriş li ser herêmên sivîl û leşkerî belav bûn
Tevgera zêde ya li asmanê Hewlêrê ya îro tenê bi navenda bajêr sînordar nema.
Li devera Girdeçalê ya nêzîkî Hewlêrê, kampeke ku malbatên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê lê diman, rasterast bi dronekê hat armanckirin.
Droneke din jî li devera Kesnezanê ya li bilindahiyên bajêr ket xwarê û ti ziyanên canî çênebûn.
