Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên herî dawî yên Rêxistina Emergencyê ya Îranê, ji destpêka şer ve heta îro li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 8 hezar û 810 kes birîndar bûne.
Rêxistina Emergencyê ya Îranê amarên 10 parêzgehan belav kirin ku her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de ne.
Li gorî van amaran, piştî Tehrana paytexta Îranê, parêzgeha Loristanê bi 2 hezar û 509 birîndaran di rêza duyem de cih digire.
