Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke hevbeş ji Ofîsa Yekîtiya Ewropayê û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Herêma Kurdistanê wergirt.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wan di peyamê de hevxemiya xwe ya ji bo wê êrişa bi mûşekan nîşan daye ku sibeha 24ê Adara 2026an li ser devera Soranê hat kirin.
Di encama êrişê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Ofîsa Yekîtiya Ewropayê û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê sersaxiyeke kûr ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan 6 Pêşmergeyên qehreman re xwestiye ku di êrişê de şehîd bûne."
Her wiha wan hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwastiye.
