Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê didomin. Roja înê û berê sibehê şemiyê, bi dehan cih li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bombebarankirin.
Îsraîlê ragihand ku ew dê armanckirina saziyên atomî û navendên pîşesaziyê bidomînin.
Rojhilatê Kurdistanê
Di roja 28an a şer de, bajarên Kirmaşan, Loristan û Urmiyeyê bûn armanca bombebaranan.
Li Kirmaşanê herî kêm sê caran li nav bajêr û nêzîkî navenda Fermandariya Supaya Pasdaran hate xistin.
Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî ragihand ku li taxa Çiyagilanê zêdetirî 10 xanî hatine rûxandin û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest daye û 56 kes jî birîndar bûne.
Her wiha li gundê Karxaneyê yê Kengewerê jî 7 kes hatin kuştin.
Li bajarê Urmiyeyê avahiyek û baregeha El-Mehdî ya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Li Loristanê jî navendeke ragihandinê ya radyoyî hate armanckirin ku bû sedema qutbûna peywendiyan li wê deverê.
Girtinên li Îlam û Urmiyeyê
Wezareta Îstîxbarata Îranê 8 kes li Mehabad, Çaldiran, Urmiye û Miyanduabê bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" girtin.
Li parêzgeha Îlamê jî Supaya Pasdaran 51 kes bi tohmetên cuda (wekî xwenîşandan, girtina rêyan û şandina vîdeoyan ji medyayê re) girtin.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ev girtin bê belge ne û piraniya wan girtiyên siyasî yên berê ne.
