Hewlêr (Rûdaw) - Rêya parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber aşûtê hat girtin.
Li Wan û Colemêrgê doh berf bariya û îro pileyên germê bilind bûn û barîna berfê sekinî.
Ji ber bilindbûna pileyên germê û helîna berfê, li nêzîkî gundê Çûxê yê navçeya Elbakê ya Wanê aşût ket ser rê.
Rêya di navbera Wan û Colemêrgê de ji her du aliyan ve hat girtin.
