Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, boriya petrolê teqiya û petrola xav tevlî ava Çemê Dîcleyê bû.
Şaredariya Cizîrê ji bo parastina tenduristiya welatiyan, xebatên li stasyona parzûnkirina ava vexwarinê bi awayekî demkî rawestand.
Petrol tevlî ava çem bû
Li gorî zanyariyan, 28ê Adara 2026an xeta boriya petrola xav a Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li devera di navbera navçeya Cizîrê û bajarokê Qesirkê de teqiya.
Ji ber vê teqînê, rêjeyeke zêde ya petrolê li derdorê belav bû û piştre herikî nava ava Çemê Dîcleyê.
Xebatên stasyonê hatin rawestandin
Şaredariya Cizîrê piştî tesbîtkirina petrolê di ava çem de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Şaredariyê ragihand ku ji bo rê li ber metirsiyên tenduristiyê were girtin, xebatên li stasyona parzûnkirina ava vexwarinê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta ava çem li gorî standardên ava vexwarinê neyê paqijkirin, stasyon dê dest bi kar neke.
