Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa xirab a hewayê ya ku bandor li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye, geştên Balafirgeha Amedê yên ber bi Stenbolê ve hatin betalkirin.
Rêwiyên ku bi saetan li bendê mabûn, bertek nîşanî vê rewşê da.
Şirketên asmanî yek li pey yekê daxuyanî belav kirin û rêwî agahdar kirin.
Rewşa xirab a hewayê ya li Amed û Stenbolê bû sedema astengbûna çûn û hatina geştên asmanî.
Her wiha ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê qada asmanî ya herêmê hat sînordarkirin û ev yek jî bû sedema astengiyan.
Rêwî li balafirgehan asê man
29ê Adara 2026an, li Balafirgeha Amedê gelek geşt hatin betalkirin û rêwî mexdûr bûn.
Rêwiyên ku dixwest di navbera Amed û Stenbolê de geştê bikin, beriya wexta firînê li Balafirgeha Amedê dest bi bendewariyê kir.
Lê bi daxuyaniyên li pey hev ên şirketên firokevaniyê, betalkirina geştan hat ragihandin.
Ji ber derengketina geştan, li Balafirgeha Amedê û Balafirgeha Sabiha Gokçenê ya Stenbolê qerebalixiyeke zêde çêbû.
Rêwiyên ku bi saetan li benda balafirên xwe bûn, li ber ofîsên şirketên firokevaniyê civiyan.
Rêwiyan gilî kir ku ew dereng ji betalkirina geştan hatine agahdarkirin.
