Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe kuşt û xalê wê birîndar kir.
Li taxa Şêx Şerafedînê ya navçeya Karazê, şeva borî di navbera M.D. û hevjîna wî O.D. û xalê hevjîna xwe A.T. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de M.D. bi tifingê gule li hevjîna xwe O.D. û xalê wê A.T. reşandin.
O.D.yê li cihê bûyerê mir û A.T. jî bi giranî birîndar bû.
