Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re li ser rewşa enerjiyê û hinartina petrolê axivî.
Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku dorpêçên bazirganî werin rakirin û êrişên li ser şirketên petrolê werin sekinandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Wezîrê Enerjiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Chris Wright re xeber da.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de guherîn û pêşhatên li Îraq û Herêma Kurdistanê "bi taybetî rewşa enerjiyê" hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rêdana bi hinartina petrolê ya bi rêya boriya Kurdistanê ya ji bo bendera Ceyhanê, bi awayekî erênî hate nirxandin.
