Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mistafamilîkê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê jina 80 salî ya bi navê Cemîle Ozkan winda bû.
Ji doh ve heta niha ti agahî ji Cemîle Ozkanê nayên girtin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, Cemîle Ozkana ku bi nexweşiya alzheimerê ye şeva borî saet li dora 02:30î ji mala xwe ya li gund derketiye û êdî venegeriyaye.
Gundî û malbata Cemîleyê dilgiran in
Piştî agahdarkirinê, tîmên AFAD û cendirmeyan ên Mêrdînê û welatiyên gund li herêmê dest bi xebateke berfireh a lêgerînê kir.
Tîmên lêgerînê bi alîkariya kûçikên şopger û dronan li nav mal, kox û zeviyên derdora gund lêgerînên xwe didomînin.
