Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya Hewlêrê da zanîn ku dê di sîstema serlêdana vîzeyê de guherîneke girîng çêbibe.
Li gorî daxuyaniyê, ji 7ê Nîsana 2026an pê ve li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina vîzeyên Tirkiyeyê saziya navbeynkar a yekane "VFS Global" e.
Ji 7ê Nîsanê pê ve dê serlêdanên vîzeyê tenê bi rêya VFS Globalê bên qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji wê rojê pê ve serlêdanên ku bi rêya kes an saziyên din hatine kirin bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Ofîs û navendên vîzeyê
Agahiyên li ser ofîsên şirketa navbeynkar ên ku dê ji 7ê Nîsanê pê ve dest bi kar bikin bi vî rengî hatin parvekirin:
Ofîsa Hewlêrê: Kolana Gulanê, Navenda Bazirganiyê ya AByê No: 1 (Li hemberî Parka Samî Ebdulrehman).
Ofîsa Dihokê: Rêya Qazî Mihemed No: 5.
Silêmanî û Zaxo: Heta ku kar û barên avakirina ofîsan li van her du navendan temam bibin, dê serlêdan bi awayekî demkî bi rêya xalên "serlêdana gerok" ên li Jûreyên Bazirganiyê yên her du bajaran bên wergirtin.
Kanalên pêwendiyê û agahdarî
Welatî dikarin bi rêya malpera fermî ya VFS Globalê (https://visa.vfsglobal.com/irq/en/tur) xwe bigihînin agahiyên nû yên li ser mercên serlêdanê, kar û barên randevûyan û belgeyên pêwîst.
Her wiha kesên ku dixwazin serlêdana vîzeyê bikin dikarin ji bo agahiyên berfireh bi rêya hejmarên +964 774 193 1919 û +964 750 093 1919an xwe bigihînin rayedaran.
Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê hişyarî da welatiyan ku ji bilî vê saziya rayedar a ku hatiye diyarkirin, baweriya xwe bi ti navbeynkar û kesên din neyînin.