Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, çendîn car in bêyî sedem û hincet êriş li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û got, “Lê bêguman, yê ku destê wî bi xwîna gelê me sor be, zû yan dereng dê bigihîje cezayê xwe.”
Mesrûr Barzanî li ser êrişan got, "Mixabin hikûmeta Îraqê heta niha ji bo rawestandina êrişên li ser Herêma Kurdistanê ti gava pratîkî neavêtiye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Mûsa Enwer û hevjîna Mijde Esedê bû ku berdestê sibê îro di êrişeke dronan de şehîd ketibûn.
Mesrûr Barzanî li wir kongreyeke rojnamegeriyê li dar xist û careke din êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, "Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye."
Li ser helwesta civaka navneteweyî jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan piştgiriya xwe ji bo xelkê bêguneh ê Kurdistanê ducare kiriye û wiha pê de çû:
