Hewlêr (Rûdaw) - Petrola herêmên navîn û başûrê Îraqê gihîşt stasyoneke Şirketa Petrola Bakur a li Kerkûkê da ku bi petrola Kerkûkê re bi rêya boriya Herêma Kurdistanê were hinardekirin.
Li gorî wan agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Şirketa Petrola Bakur wergirtine, tankerên veguhastina petrola qadên navîn û başûrê Îraqê, derengiya şeva borî gihîştin stasyona "K1"ê ya li Kerkûkê.
Veguhastina vê petrolê ji bo wê yekê ye ku li gel petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve were hinartin.
Plana Wezareta Petrola Îraqê bi wî awayî ye ku rojane 90 hezar bermîlên qadên navîn û başûrê Îraqê bi tankeran biguhêze Kerkûkê û ji wir were hinartin.
Çavkaniyekî berpirs ê ji Şirketa Petrola Bakur ji Rûdawê re got:
"Ew petrola şeva borî gihîştiye ji 90 hezar bermîlan kêmtir e.
Gihandina wan 90 hezar bermîlan pêdiviya wê bi amûrên veguhastinê yên zêdetir heye.
Depoyên K1ê di carekê de dikarin petrola 18 tankerên 36 hezar lîtreyî wergirin."
Li stasyona K1ê 23 depoyên petrolê hene lê niha 13 depoyên wan çalak in ku dikarin heta milyonek bermîl petrol lê were komkirin.
Wî berpirsê Şirketa Petrola Bakur ragihand ku pêdivî ye ew petrola ji navîn û başûr digihe Kerkûkê were depokirin û nêzîkî 10 heta 12 demjimêran were hiştin berî ku dest bi hinartina wê were kirin.
