Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di çarçoveya pêngavên xwe yên nû de, ji bo xurtkirina têkiliyên li gel xwîner û saziyan, hesabên fermî yên beşa Peywendiyên Giştî li ser medyaya civakî vekirin.
Ev hesabên nû dê bibin platformên sereke ji bo belavkirina daxuyaniyên Rûdawê, serkeftin û destkeftin, hevkariyên medyayî, çalakî û peywendiyên saziyî.
Her wiha dê bibe deriyek da ku xwîner û temaşevan ji nêzîk ve bi kar û xebatên Tora Medyayî ya Rûdawê re şareza bibin.
Birêvebirê Peywendiyên Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Elî Caf got, "Em her tim dixebitin ku hîn zêdetir nêzîkî xelkê bibin.
