Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymananiya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê General Kevin Lambert pêşwazî kir.
Di civîna de pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmergeyan, artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Hevpeymananiya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê kir.
