Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand, "Nayê qebûlkirin ku di demekê de namzedê Serokwezîr nehatiye diyarkirin, li ser hilbijartina Serokkomar israr were kirin."
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê derbarê hilbijartina Serokkomarê Îraqê peyamek belav kir.
Serok Barzanî diyar kir ku israra hinek aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser hilbijartina Serokkomar, di demekê de ku aliyên din hilbijartina Serokwezîr taloq dikin, ne cihê qebûlkirinê ye.
