Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê ragihand ku wan 50 kesî bi tohmeta sîxuriyê û şandina agahiyên leşkerî ji bo derveyî welêt desteser kirine.
Li gorî daxuyaniyê, ev kes li 16 parêzgehên cuda yên welêt hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê da zanîn, kesên ku hatine desteserkirin bi “agahiyên hûrgilî yên li ser xalên leşkerî û cihên kombûna hêzên ewlehiyê kom kirine” tên tohmetbarkirin.
Polîsên Îranê diyar kir ku wan ev agahî ji bo wan aliyan şandine ku Tehran wan wekî “tora terorîstî” pênase dike.
Xalên stratejîk kirine hedef
Li gorî daxuyaniya polîsan, beşek ji desteserkiriyan xalên stratejîk û hestiyar ji bo “dijminan” diyar kirine da ku êrişî wan were kirin.
