Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hinek rayedarên Îranê bi armanca dîtina zemîna peymanekê bi Washingtonê re ketine têkiliyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîneke rojnamegeriyê de li ser pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re û aloziyên li Tengava Hurmizê axivî.
"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne"
Trump di axaftina xwe de dubare kir ku ew dê ti caran destûrê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerê û got:
"Li hemberî Îranê hemû vebijêrkên me li ser maseyê ne.
Hinek rayedarên maqûl ên Îranê bi me re ketin têkiliyê û ew ji bo çêkirina peymanekê gelekî bihewas in."
Trump her wiha hişyarî da ku eger çareseriyeke dîplomatîk neyê dîtin, Îran dê ji wan vebijêrkên din ên ku rû bi rû bimîne ne razî be.
"Dan û standinên li Îslamabadê bêencam man"
