Hewlêr (Rûdaw) - Îro 800 malbatên koçber ên Efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro karwanekî nû yê koçberên Efrînî ku ji 800 malbatan pêk tê çû Efrînê.
Berê sibehê zû ye, barê koçberiyê yê bi salan êdî ji milê wan dikeve.
"Ez diçim cinetê"
Ne rojek û ne du roj, 8 sal û du meh in ku ew koçber in.
Hecî Tariyê 50 salî roj û saet hejmartine û niha bi cil û bergên neteweyî vedigere Efrîna xwe.
Koçberê Efrînî Hecî Tarî got, “Miletê me li vir, li Efrînê û li Ewropayê raneketiye. Em kêfxweş in, înşalah dê hemû miletê me bi xêr û silamet vegere Efrînê.”
Bavê wî Bavê Seîd jî li paşiya otomobîlê rûniştiye û bi kelecana vegerê dibêje, "Ez diçim hecê. Ez niha diçim hecê, ez diçim cinetê.”
Rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan e. Wan ji Qamişloyê da rê û dê hîn 500 kîlometreyan biçin lê ev ne xem e, Efrîn hêja ye.
