Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî belgeyeke ku ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê endamên meclisê vedixwîne civîneke "bilez".
Tê payîn ku Rêbwar Taha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berde.
Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Ebdula Mîrweys got, "Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê îro em agahdar kirine ku sibe saet 12:00an dê civîneke neasayî ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê were kirin."
Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di bernameya kar a civînê de mijara destjikarberdana Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha heye.
"Ez we vedixwînim civîneke bilez"
Belgeya Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz a ku ji endamên meclisê re hatiye şandin, ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê.
Di belgeya Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz de wiha tê gotin:
"Li gorî madeya 11/çaremîn û madeya 38/yekemîn a peyrewa navxwe ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê ya sala 2015an a sererastkirî, ez we vedixwînim civîneke bilez.
