Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî ya li Dibistana Navîn a Aysel Çalikê de 9 kes hatin kuştin.
Di êrişê de mamosteyek û 8 xwendekaran hatin kuştin û her wiha 13 kes birîndar bûn ku rewşa 3yan ji wan giran e.
Li gorî agahiyan, êrişkar xwendekarê pola 8an ê bi navê Îsa Aras Mersînlî ye.
Ew bi çekê ketiye du polên cuda yên xwendekarên pola 5an û gule li wan reşandine.
Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer li ser bûyerê amarên dawî parve kirin.
Unluer diyar kir ku êrişkar piştî komkujiyê gule berdaye xwe û dawî li jiyana xwe aniye.
Li gorî agahiyên Unluer, bavê êrişkar polîsekî berê ye û tê texmînkirin ku xwendekar çek ji bavê xwe standiye.
Bavê êrişkar hat desteserkirin
Hêzên ewlehiyê bavê êrişkar Ugur Mersînlî yê ku xwediyê çekê ye desteser kir.
Rayedaran ragihand ku îdiayên li ser medyaya civakî yên derbarê êrişên li dibistanên din ne rast in.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî eşkere kir ku hejmara kuştiyan gihîşt 9an û anî ziman:
"Xwendekarê me yê 14 salî bi çekên ku ji malê anîne ketiye du polan û komkujiyeke mezin kiriye."
