Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeja Amedê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe ya berê û keça xwe kuştin.
Bûyer şeva borî li navçeya Rezanê ya Amedê qewimî.
Zilamekî li pêş Sîteya Serhatê bi demançeyê gule berdan hevjîna xwe ya berê Kamile Ateş û keça xwe Hafize Ateşê.
Di êrişê de Kamile Ateş û keça wê Hafize Ateşê canê xwe ji dest da.
Heta niha sedema vê êrişa çekdarî nehatiye zanîn.
