Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî bi armanca başkirina rewşa ewlehiyê serdana bajarê Serê Kaniyê kir.
Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî bi gelek otomobîl û amûrên hêzên ewlehiyê gihişt Serê Kaniyê.
Li gorî zanyariyan, armanca sereke ya vê ziayretê başkirina rewşa ewlehiyê ya li bajêr e.
Ev pêngav wekî amadekariyekê tê dîtin ji bo radestkirina kel û pelan ji yekîneyên asayîşê yên li navçeyê re.
Tê armanckirin ku bi vê gavê amadebaşî were xurtkirin û asta xizmetguzariyên ewlehiyê were başkirin.
