Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî ji Baregeha Qesrikê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê vekişiyan û baregeh radestî hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir.
Li gorî zanyariyan, li bajarê Hisîçayê di navbera Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo û fermandarên hêzên Amerîkayê de civînek hat lidarxistin.
Piştî vê civînê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî Baregeha Qesrikê radestî Fermandariya Herêma Rojhilat kir.
Alîkarê Fermandarê Fîrqeya 60î General Çiya Kobanî baregeh wergirt.
Ev pêngav, di çarçoveya rêkeftina nû ya birêxistinkirina hêzên leşkerî yên li herêmê de hat avêtin.
Vekişîna ber bi Urdinê ve
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya pêvajoya jinûvebicihbûnê de ji baregehê derketin û berê xwe dan Urdinê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) û hinek çavkaniyên xwecihî, di dema valakirina baregehê de hinek wesayît û kel û pelên leşkerî hatine şewitandin.
