Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman ji bo postê parêzgarê Kerkûkê namzed e.
Her wiha Parêzgarê Kerkûkê yê niha Rêbwar Teha jî dê nameya xwe ya devjêberdanê pêşkêşî Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bike.
"Pêşniyara ji bo Rêbwar Teha"
Nûçegihanê Rûdawê yê li Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku ji Rêbwar Teha re hatiye pêşniyarkirin ku bibe alîkarê parêzgarê Kerkûkê.
Lê hîn ne diyar e ka ew dê bi vê postê razî bibe an na.
Sê post ji bo Kurdan
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê dane, 3 postên girîng ji bo Kurdan tên destnîşankirin.
Avêsta Şêx Mihemed ji bo postê qeymeqamiya navenda Kerkûkê namzed e.
Ednan Husên ji bo postê qeymeqamiya Daqûqê û Neşet Şehwêz jî ji bo Fermandariya Polîsên Kerkûkê dibin namzed.
Her sê kesên navborî Kurd in û ji YNKyê ne.
Helbûsî dê beşdarî civînê bibe
Tê çaverêkirin ku Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî jî beşdarî civîna Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bibe.
Civîna meclisê dê piştî gihiştina Helbûsî dest pê bike.
