Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Seman wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin û Rêbiwar Teha dê bibe alîkar.
Herwiha dê di Birêvebiriya parêzgehê de guherînên din jî werin kirin.
Piştî ku Rêbiwar Teha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berda, Meclisa Parêzgehê (bêyî beşdariya Fraksiyona PDKyê) civiya û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman bi piraniya dengan wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijart.
Mihemed Seman di yekem konferansa xwe ya rojnamegeriyê de got, “Me dawî li hesreta xwe ya 100 salî anî û niha Tirkmenek parêzgarê Kerkûkê ye.”
Di heman demê de, Alîkarê Yekem ê Parêzgarê Kerkûkê yê ji para Tirkmenan, Yawiz Hemîd, berî devjikarberdana Rêbiwar Taha dev ji posta xwe berdabû.
Rêbiwar Teha dibe alîkar
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, ji Rêbiwar Taha re hatiye pêşniyarkirin ku posta Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê wergire.
Ehmed Remziyê Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê yê ji para Eniya Tirkmenan, agahiyên Rûdawê piştrast kir û got:
"Peymaneke bi vî rengî heye ku Rêbiwar Taha bibe alîkarê parêzgar."
