Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê di asta koda “zer” û “porteqalî” de hişyariya baranê da.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, îro li derdora parêzgehên Riha, Semsûr, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Meletî û Mêrdînê barana gur dibare.
Her wiha dê li rojava û rojhilatê Amedê û li başûr û bakurê Êlihê jî baran bibare.
