Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina MHPyê ya Amedê Mîktat Arslan li ser pêvajoya çareseriyê dibêje, parlamento û hikûmet karê xwe dikin lê hinek pêngav hene ku divê DEM Partî bi awayekî bilez bavêje.
Mîktat Arslan ji Rûdawê re ragihand ku ji bo derxistina yasayan dem lazim e lê ew hêvî dikin ku di demeke herî nêzîk de ev pêvajo bigihîje serkeftinê.
"Divê DEM Partî zû gavan bavêje"
Mîktat Arslan diyar kir ku pêvajo wekî polîtîkayeke dewletê tê birêvebirin û got:
"Divê ji aliyê DEM Partiyê ve jî ev pêngav zû bên avêtin. Belê rast e!
Niha li parlamentoyê pêvajoyek heye ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye destpêkirin û wekî polîtîkayeke dewletê tê birêvebirin.
Lê li aliyê din, ji bo ku DEM Partî jî karibe piştgiriya pêvajoyê bike, divê zû gavan bavêje."
Arslan bal kişand ser dîtina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û pê de çû:
"Dema ku birêz Serokê me 22ê Çiriya Pêşîn a 2024an ev pêvajo dît, wê demê dizanî ku li derdora Tirkiyeyê çembereke agir heye.
Niha tişta ku em dibînin salek e lê ew 10 sal, 20 salên pêşiya me dibîne. Serokê me yê giştî bi vê hestê hîn ji wê rojê ve dît."
"Gelê Kurd ne maşika destê ti kesî ye"
Mîktat Arslan qala gotinên Bahçelî yên berê kir û anî zimên:
"Di daxuyaniya xwe de jî min qala gotinên wî yên sala 2011an kir.
Ango yên li Amerîkayê nikarin bi qasî min ji we hez bikin, yên ku li Brukselê ne nikarin bi qasî min ji we fêm bikin. Ev gotin, hîn wê demê hatin gotin."
Arslan destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her du alî jî gavan bavêjin û got:
"Lê ji bo ku ev pêvajo zû bigihîje encamê, divê DEM Partî û hikûmet jî gavan bavêjin.
Helbet derxistina yasayan pêwîstî bi demê heye. Lê em bi hêvî ne ku di demeke herî nêzîk de ev pêvajo bigihîje serkeftinê.
Ango hêviya me ew e û em di vê çarçoveyê de dixebitin."
