Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Îsraîlê, Herêma Kurdistanê yek ji wan navçeyan e ku herî zêde ji ber êrişên dronan zerera canî û madî dîtiye.
Di demekê de ku dron bûne astengiyeke mezin a leşkerî, pispor û şarezayan daxwaz kir ku ji bo çêkirina pergalên dijî-dronê berê xwe bidin zanist û zanîngehan.
Bernameya vê carê ya "Li gel Renc" a Tora Medyayî ya Rûdawê, bal kişand ser metirsiyên dronan ên li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê.
Di bernameyê de awayê parastina welatiyan ji van êrişan hat nîqaşkirin.
Di heman demê de, amarên metirsîdar ên li ser rewşa navçeyên niştecihbûnê û astengiyên siyasî yên li pêşiya bidestxistina teknolojiya parastinê hatin eşkerekirin.
"Ne tenê Kurdistan, welatên zilhêz jî bi destê dronan dinalin"
Şarezayê leşkerî û mêhvanê bernameyê Arêz Enwer Beg got ku dron bûne "girêkek" û cîhan xistiye nava şokê.
Arêz Enwer Beg wiha axivî, "Ne tenê em, zilhêzên wekî Amerîka, Rûsya, Îsraîl û Îranê jî bi destê dronan dinalin.
Ev yek zehmetiyeke nû ye ku berê mirovahiyê hesab jê re nekiribû."
Wî şarezayî qala rewşa taybet a Herêma Kurdistanê kir û got,"Rewşa me ji ya hemûyan xirabtir e, çimkî em di nava cergê şer de ne û em nikarin li gorî dilê xwe hevpeymaniyan girêdin.
Eger em li gel Îranê bin Amerîka dilgiran dibe û berovajî wê jî wisa ye. Îraq jî ji aliyê parastina asmanî ve sifir e û serweriya wê nîne."
Arêz Enwer Beg rexne li desthilatê girt û got, "Li şûna ku em otomobîlên giranbiha bikirin, divabû me bi salan li ser parastina asmanî kar bikira."
"Dron bi betaniyan nayên çareserkirin"
Di stûdyoya Rûdawê de, qurbaniyên taxa "Karêzan" û navçeyên din çîrokên xwe yên trajîk vegotin.
Zarokekî ku ji ber êrişa dronekê birîndar bibû got, "Dron li ser banê me ket, şûşeyên mala me hûr û xîz kirin, ez gelekî tirsiyam û destê min birîndar bû."
Dayîka wî zarokî jî bal kişand ser têkçûna jiyana wan û got:
"Zarokên me ji tirsan nikarin dersên xwe bixwînin, banê mala me bi temamî rûxiya ye û ti kesî em qerebû nekirine."
Jineke din a bi navê Sewîleyê jî diyar kir ku ji ber tirs û xofê ew tûşî nexweşiyên derûnî û hestyariyê bûye.
Zilamekî navsere ku yek ji mexdûran bû, bi mantiqeke sade lê tijî wate got:
"Dema dron hat, min ji malbata xwe re got betaniyan bi ser xwe de bidin da ku şûşe li we nekevin. Lê dron bi betaniyan çareser nabin, pêwîstiya me bi pergala dijî-mûşekan heye."
Li gorî gotina niştecihên taxa Karêzanê, tenê di mehekê de nêzîkî 6 dron li wir ketine xwarê û zerer gihandiye 250 malan.
