Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên îdarî de, dest bi amadekirina lîsteya nûnerên pêkhateyên herêmê kir da ku di nav wezaretên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Tê gotin ku ev pêngav li ser bingeha pîvanên "şarezayî û pisporiyê" tê avêtin.
"Pisporî û jêhatîbûn"
Çavkaniyekî ji Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re got, ji bo diyarkirina karmendên çalak û pispor amadehiyên berfireh tên kirin.
Armanc ew e ku ew nûner di wezaretên hikûmeta veguhêz de erkên xwe bi cih bînin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Rêveberiya Xweser di hilbijartina navan de giraniyê dide ser du pîvanên sereke ew jî pisporî û jêhatîbûn e.
