Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamegeran daxwaz kir ku bi dilsozî û pîşetiyeke mezin, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û got, “Ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 128emîn a derketina Rojnameya Kurdistanê ya bi pêşengiya Miqdad Mîdhet Bedirxan û salvegera 28emîn a damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ev roj li hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
"Em pêbendî azadiya rojnamegeriyê ne"
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew careke din tekezî li ser pêbendbûna xwe ya neguher a bi parastina azadiya rojnamegeriyê dikin û got:
"Azadiya derbirîna ramanê wekî bingeheke sereke ya demokrasiyê û civakeke medenî ya bi pêşketî ye."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew dê ji bo dabînkirina jîngeheke guncav û dûrî her astengiyekê ya ji bo karê medyayî xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû:
