Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û ev roj li hemû rojnameger û medyakaran pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola rojnamegeran a di parastina doza rewa ya gelê Kurd de û piştgiriya xwe ji bo wan anî zimên.
Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.
Peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî bi vî rengî ye:
“Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û 128emîn salvegera derketina yekemîn Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve ku her wiha hevdem e li gel salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, ez pîrozbahiyeke germ li rojnameger û medyakarên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê dikim.
Di vê bîranînê de, ez hêviya serkeftinê ji hemû rojnameger û medyakarên hêja yên Kurdistanê re dixwazim.
