Hewlêr (Rûdaw) - Îro êrişî kampeke Komeleyê ya li Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Endamekî serkirdayetiya Komeleyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî ragihand, ji ber ku dronên çavdêriyê li ser kampê ne, wan nekarîbûye nêzîkî kampê bibin da ku bizanibin çi xisar çêbûye.
Dronên çavdêriyê nahêlin nêzîk bibin
Endamekî Serkirdayetiya Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand ku Kampa Sûrdaşê hatiye armanckirin.
Li gorî Endamê Serkirdayetiya Komeleyê, ji ber ku heta niha jî dronên çavdêriyê li ser kampê digerin, hêzên ewlehiyê nekarîbûne biçin nav kampê da ku xisaran destnîşan bikin.
Endamê serkirdayetiya Komeleyê her wiha got ku kamp ji ber rewşa ewlehiyê hatiye valakirin lê carinan Pêşmergeyên wan ji bo anîna kel û pelên xwe diçin nav kampê.
