Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeyên Basirma û Rizgariyê yên parêzgeha Hewlêrê 2 dron ketin xwarê lê belê ti zererên wan çênebûn.
Çavkaniyekê ji birêvebiriya nahiyeya Basirmayê ya parêzgeha Hewlêrê ji bo Rûdawê ragihand ku îşev saet 19:20î, dronek li nêzîkî gundê Babê Cîskê ketiye xwarê.
Wê çavkaniyê da zanîn ku di encama ketina wê dronê de ti zerereke canî çênebûye.
