Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku baregeheke wan a li nêzîkî herêma Dareşekranê bi 3 dronan hatiye bombebarankirin.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê Edîb Xalid ji Rûdawê diyar kir ku pêleke êrişa bi dronan li baregeha Çemşar a Artêşa Milî ya Kurdistanê hatiye kirin.
Ev baregeh li nêzîkî Dareşekranê, li herêma Ziraretî ya Hewlêrê ye.
Li gorî daxuyaniya Edîb Xalid êrişê saet 22:45ê dest pê kiriye.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê (saet 11:40), ew baregeha Artêşa Milî ya Kurdistanê rastî êrişên bi dronan dihat.
Heta niha zanyariyên hûr li ser zererên êrişê nehatine belavkirin.
