Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî guhertina navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê banga xwenîşandanê hat kirin
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryar daye ku navên dibistanan ên li Rojavayê Kurdistanê biguherîne.
Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ve tê redkirin.
Ji ber vê yekê çalakvan û xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê li seranserê herêmê banga lidarxistina xwenîşandanan kir.
Organîzatorên xwenîşandanê di daxuyaniyekê de dibêjin, ev biryar ne tenê bi aliyekî siyasî yan bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye lê destdirêjî ye li ser nasname û nirxên hemû civakê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev mijar "doza gel" e û parastina navên dibistanan parastina mafên rewa yên xelkê herêmê ye.
