Hewlêr (Rûdaw) - LI navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Şeva borî li 5emîn kîlometreya Siwêreg û Rihayê otomobîla ku Murat A. diajot ji rê derket û wergeriya.
Di qezayê de şofêr û Ramazan A.yê 22 salî, Havva A.ya 21 salî, Adem A.yê 58 salî, Mahmut A.yê 29 salî û Adem A.yê 2 salî birîndar bûn.
