Hewlêr (Rûdaw) - Teyrokê (zîpik, gijlok) li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bandoreke xirab li jiyanê kir.
Li Bakurê Kurdistanê meha nîsanê bi dawî dibe lê hîn jî baran û şîliyeke zêde heye.
Doh li navenda Xarpêtê nêzîkî demjimêrên êvarî teyrokê dest pê kir û 20 deqîqeyan bi awayekî tund bariya.
