Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê ragihand ku di heyama şerê 40 rojî deji berêrişên Amerîka û Îsraîlê 50 sivîlên parêzgehê hatine kuştin.
Birêvebirê Giştî yê Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê Mihemed Behramî îro di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de got:
"Di encama êrişên vê dawiyê yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de, nêzîkî 50 welatiyên sivîl ên parêzgeha me şehîd ketine."
Mihemed Behramî derbarê hûrgiliyên qurbaniyan diyar kir, 20 ji wan jin bûn û 30 jî mêr bûn.
Her wiha temenê 12an ji wan di biniya 18 salî re bû.
Mihemed Behramî got, "Ji destpêka şer ve, komîteya krîzê ya Saziya Şehîdan a Parêzgehê bi beşdariya pênc komên pispor hat avakirin da ku bi lez û hûrgilî li kar û barên malbatên qurbaniyan û pirsgirêkên wan binêre."
